Li Îranê li dijî ‘muxalefeta navxweyî’ operasyon: Navên nêzîkî Pezeşkiyan hatin binçavkirin

Li Îranê hêzên ewlehiyê li dijî kesayatên ‘reformîst’ ku nêzî Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan in, operasyoneke berfireh dan destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Îranê operasyonek berfireh li dijî kesayetên reformîst ên nêzîkî Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan dan destpêkirin. Ev operasyon di demekê de ku xwepêşandan bi awayekî hişk hatine tepisandin û zêdebûna rageşiyan de hat kirin.

Di nav kesên hatine binçavkirin de Seroka Eniya Reformîstan Azer Mansûrî, Îbrahîm Asgarzadeh û dîplomatê berê Mohsen Emînzadeh hene. Ji bo wergirtina îfadeya gelek reformîstên din bang li wan hatiye kirin. Eniya Reformîst di serketina hilbijartinê ya Pezeşkiyan de roleke girîng lîstibû.

Dozgeriya Giştî ya Tehranê kesên hatine binçavkirin bi hevkariya bi DYE’yê û Îsraîlê re tawanbar kir. Serokê dadweriyê Gulam Hûseyîn Mohsenî Ejeî, îdîa kir ku rexneyên navxweyî wekî "li heman alî bi rejîma Siyonîst û Emerîkayê re be” têne hesibandin.

Piştî weşandina nameyekê ku daxwaza referandûmê dikir, operasyon zêde bûn. Çend parêzvanên mafên mirovan ên ku nameyê îmzekiribûn jî hatin binçavkirin. Xwediya Xelata Nobelê Nergîs Muhammadi tevî pirsgirêkên tenduristiya xwe jî, cezayê girtîgehê yê 7 salan lê hat birîn.

Her çend Serokkomar Pezeshkiyan soz dabû ku ji bo xwepêşandanan lêpirsîn bide destpêkirin jî, tê payîn ku lêpirsîn li hêzên ewlehiyê neyê kirin. Bêdengiya Pezeşkiyan a li hember binçavkirinan, nîşan dide ku dezgeha ewlehiyê li Îranê hêza xwe parastiye û reformîst jî qels mane.